Bawer Can - Gulbîn Sözleri

Bawer Can tarafından seslendirilen Gulbîn eserinin Kürtçe sözleri...

Bawer Can - Gulbîn Kürtçe Sözleri

Çavbeleka min tu yî
Porxeleka min tu yî
Surmeleka min tu yî
Lê dil bi kovan ez im

Ya dil birîn kir tu yî
Ceger bi xwîn kir tu yî
Dil har û dîn kir tu yî
Ax kuştiyê çavan ez im

Memik ji sêvan tu yî
Şekir ji lêvan tu yî
Di dil de mêvan tu yî
Gorî û qurban ez im
-- Dîsgotin –

Taca delala tu yî
Şewqa şemala tu yî
Kara xezala tu yî
Bi qîr û giryan ez im
-- Dîsgotin –

Gula li baxan tu yî
Pêta çiraxan tu yî
Derdê bê saxan tu yî
Lê dil bi êşan ez im
-- Dîsgotin –