Bawer Can - Vegerya Sözleri

Bawer Can tarafından seslendirilen Vegerya eserinin Kürtçe sözleri...

Bawer Can - Vegerya Kürtçe Sözleri

Gava ku ji cem min çû
Dilê minî jar da dû
Zîvirî li min nêrî
Heş ji serê min diçû

Gava ku dijîm bê te
2{ Her roj agir û pête
Bê evinî fihêt e
2{ Jiyan çênabe bê te

Dikevim nav xeyalan
Kêf û xweşyên wan salan
Dilê min bir bi talan
Hêstir barîn wek baran

Ne wiha ye evîndarî
2{ Bo çi hindî dil sarî
Heger ku tu nikarî Ne hilgire vî barî
Nekeve bin vî barî

Bê te dilê min meste
Bawer got ev helbeste
Te hebin heş û heste
Wer li ba min raweste

Min dî li min vegerya
Çûm peşyê bi baqên gulan
Ser çavan û ser seran
Ez bûm xweye dû peran
Ez difiryam li herderan
Seran serê welatan