Ciwan Haco - Nikarim Sözleri

Ciwan Haco tarafından seslendirilen Nikarim eserinin Kürtçe sözleri...

Ciwan Haco - Nikarim Kürtçe Sözleri

Nikarim xunaveke rondika bim
li gorina şehîd bibarim
Çariya reş nakirim
Bisk û keziyan nabirim
Rûyê xwe nadirim,rûyê xwe nadirim

Ez ji bilbilê xemgîn re ne bihar im
Ji bûka çarireş re ne guhar im
Ji konê şînê re ne sitûn im
Ji kalê poşman re ne qelûn im!
Na na nikarim, na na nikarim

Gula binefşê xemgin e ez na çinim!
Di cihê şahiyê de şinê nabînim!

Şehid canê xwe didin erdê ji bo ala
Şahiyê hildin, şahiyê hildin

Ala şahiyê govend û dilane
Çepk û lîlandin e û strane…