Cegerxwîn - Kaniya Evînê Sözleri

Cegerxwîn tarafından seslendirilen Kaniya Evînê eserinin Kürtçe sözleri...

Cegerxwîn - Kaniya Evînê Kürtçe Sözleri

Ez û bilbil bi gul û yar navdar in
Nîşanê evînê ne tenê ne dildar in

Dost û yar du dar in, payebilind û şîn
Dostanî, dilbijî di nav da pêtî û ar in
Evîndar her yek rengekî dixwazin
Hin dilbijê sorgul û dilbijê reşxar in

Evîn kanî ye, şêrîn û tehlî tê da yek so
Lê li hawir beden û çember û dîwar in

Ji wê kaniyê cihokek tê ser dilê hejar
Pêlên pêşi xweş in, lê ên paşî dijwar in