Ciwan Haco - Eman heylê Sözleri

Ciwan Haco tarafından seslendirilen Eman heylê eserinin Kürtçe sözleri...

Ciwan Haco - Eman heylê Kürtçe Sözleri

Tu şêrîn î pir ciwan î
Lêv ji sorê erxewanî
Kê bi vî rengî tu anî
Wer di nav destêm danî
Heylê heylê heylê
Şev û rojan ez di meylê

Çavên belek çi mêrkuj in
Lêvên sor çi xwînmij in
Bisk û kezî çi xwînrij in
Dêm û enî pir paqij in
Heylê heylê heylê
Şev û rojan ez di meylê

Rista mina ji gewhera
Ronî dide rengê çira
Bira nadî destê bira
Min rêkire ji dosta xwera
Heylê heylê heylê
Şev û rojan ez di meylê

Rabe ser xwe bi dilovanî
Em derkevin ji zindanê
Dest bi destê te hozanê
Da em herin Kurdistanê
Heylê heylê heylê
Şev û rojan ez di meylê