Hozan Kawa - Nazê Sözleri

Hozan Kawa tarafından seslendirilen Nazê eserinin Kürtçe sözleri...

Hozan Kawa - Nazê Kürtçe Sözleri

Naza delal de tu berde naziyê xwe
Were ji min re bêje çiye halê te
Ma ji xeynê te bedew nemane
Bedewiya te bûye bela serê te

Lê zazikê lê nazê nazdarê
Çima ji naziyê xwe nayê xwarê
Naziya meke lê nazê nazdarê

Nazê ji destê ax û eman
Kanê soza te dabû min sala par
Sal û dem li min diherikî weke av
Ji ciwaniya min te emrê min xwar

Te ez kustim nazê bi awirê çavan
Tenê histim herdemê her caran
Min got were tu nehat ez heyran
Êdî ji min neke gazin û loman