Xêro Abbas - Dil şikestî Sözleri

Xêro Abbas tarafından seslendirilen Dil şikestî eserinin Kürtçe sözleri...

Xêro Abbas - Dil şikestî Kürtçe Sözleri

Bê evîna te li min çi sara
Çendî şikestî û dil bê wara
Çav pirsîyarî ji gul û ji dara
Ma gelo rojekê tê li min vegerê
xerîbê lê, vegera lê
wekî berê, wekî berê

Hê li bîra min hêsrê çavê ta
Gava tu çûyî te got bixatirê ta
Ez bihêvîma go bêma bîra ta
Bendewarim roja hatina ta
xerîbê lê, vegera lê
wekî berê, wekî berê

Gava ku roj herê ava
Pêra dimrê ronya tava
Çûk û bilbil vedigerin hêlînê
tu bitenê tê bîra min heyy lê şêrînê.
xerîbê lê, vegera lê
wekî berê, wekî berê