Yekbun - Aştî Sözleri

Yekbun tarafından seslendirilen Aştî eserinin Kürtçe sözleri...

Yekbun - Aştî Kürtçe Sözleri

Stêrka Gelawêj, berbanga sibê tîne
Bi rê ketine kevokên şîn bihêvî ne
Ji bo jiyanek nû, ew tariyê diqetînin
Hildan barê aştiyê, bûn rêberê aştî

Aştî armanc, aştî hêvî
Aştî awaz, aştî hawar
Aştî, aştiya kevokên şîn

Di ronahiya çavên axa pîrozbiha
Ew ê binivisînin helbestên aştiyê
Em e li gerdûnê biafirînin şaristanek
Navê mirovahiyê bi rengelan binexşînin

Aştî armanc, aştî hêvî
Aştî awaz, aştî hawar
Aştî, aştiya kevokên şîn