Yekbun - Min Te Dîbû Sözleri

Yekbun tarafından seslendirilen Min Te Dîbû eserinin Kürtçe sözleri...

Yekbun - Min Te Dîbû Kürtçe Sözleri

Min te dîbû li ser bîrê
Av dikşandî bi zincîrê
Ez radimîsim keçika pîrê
Wa way lê,
Wa way lê, malik wêran
Diçûme nêçime bavo
Çavreşê, çavreşê gerden xweşê

Min te dîbû li nav titûnê
Agir danî li ser qelûnê
Ez radimîsim keçxatûnê
Wa way lê,
Wa way lê, malik wêran
Diçûme nêçime bavo
Çavreşê, çavreşê gerden xweşê

Min te dîbû li nav genekan
Keçê neke van henekan
Ez radimîsim çav belekan
Wa way lê,
Wa way lê, malik wêran
Diçûme nêçime bavo
Çavreşê, çavreşê gerden xweşê